Encamên Hilbijartina sala 2023’an – BLOGA ZINDÎ
Hemû agahiyên derbarê encamên hilbijartinên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser bloga me ya zindî ye.
Hemû agahiyên derbarê encamên hilbijartinên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser bloga me ya zindî ye.
09:15
YSK'ê daneyên dawî eşkere kir
Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku li gorî daneyên dawî di hilbijartinên Serokkomariyê de Tayyîp Erdogan ji sedî 49.40, Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 44.96 ê dengan wergirtine.
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener li ser hilbijartinên Serokkomariyê yên 14'ê Gulanê daneyên dawî eşkere kir. Yener ragihand ku li gorî saet 09:45'an li hundirê welêt dengên li 192 hezar û 187 sindoqan (Ji sedî 99), li derveyî welat jî dengên li 8 hezar û 65 sindoqan hatine jimartin, dengên li hezar û 529 sindoqan hînê nehatine jimartin.
Yener ragihand ku li gorî saet 09:45'an Tayyîp Erdogan ji sedî 49.40 ê dengan, Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 44.96 ê dengan û Sînan Ogan ji sedî 5.2 ê dengan wergirtin.
Yener diyar kir ku qeyda daneyên nû dewam dike.
07.19
CHP’ê serdana YSK’ê kir
Alîkarên Serokê Giştî yê CHP’ê Bulent Tezcan û Muharrem Erkek û Alîkarê Serokwekîlê Komê Engîn Ozkoç Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ziyaret kirin.
Piştî serdanê li ser navê heyeta CHP’ê Muharrem Erkek daxuyanî da û wiha got: “Ya girîng ew e ku bi temamî îradeya hilbijêrên ji sindoqan derketine nîşan bidin. Hemû dengên li hundir û derveyî welat bi awayekî saxlem divê bên hejmartin û bikeve nava sîstemê. Em bi cidî şopandina dengan didomînin.
Hejmartina dengên li dervî welat dewam dikin û wisa xuya dike ku dê demek dirêj bigre. Piştî ku em ji vir derkevin em ê biçin wir. Wekîl û erkdarên me jî li wir dixebitin. Weke CHP’ê û Tifaqa Mîlletê heta encamdana hilbijartinê bi dawî bibe em li ser erka xwe ne.”
02:33
Ferît Şenyaşar, ji Partiya Çepên Kesk bû parlamenter
Ferît Şenyaşra ku sala 2018’an bav û birayê wî ji aliyê xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bû parlamenter.
02:10
Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
Serokên Mileta Tifaq têkildarî hilbijartinan daxuyanî dan. Serokê Giştî yê CHP’ê û namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû wiha got: “Ez spasiya hemû hilbijêrên çûne ser sindoqê û dengê xwe dayîn dikim. Erdogan encama ku dixwest bi dest nexist. Hilbijartin li şaneşînan nayên qezenckirin. Hêj jî dane lê tên barkirin. Heke miletê me bibêje tura duyemîn, ev biryar ser serê me, ser çavên me ye. Em ê vê hilbijartinê teqez lê teqez du tura duyemîn de qezenc bikin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê bînin vî welatî, em ê ji sibe ve her cureyên têkoşînê bimeşînin. Em ê teqez lê teqez demokrasiyê bînin vî welatî û bi ser kevin.”
02:06
YSK: Ji sedî 91.93’yê sindoqan vebûne
Seroka Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, têkildarê rêjeya dengan ku namzedan wergirtiye, daxuyanî da. Yener, got: “Ji sedî 91,3’yê sindoqan vebûne. Li welêt, rêjeya vebûna sindoqan ji sedî 94,68 e, rêjeya vebûna sindoqên derveyê welêt, jî ji sedî 36,85 e. Li gor van daneyan, birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,49 e, Kiliçdaroglû ji sedî 44,79 e, Sînan Ogan ji sedî 5,9 e, Mûharrem Înce ji sedî 0.43 ye.”
01:38
Erdogan, ‘axavtina li şaneşînê’ zû kir: Em li pêş in
Namzedê serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan ku axavtina li şaneşîna Navenda Giştî ya AKP’ê kir, îdia kir ku nêzîkê 2 milyon û 600 hezar deng ji namzedê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû zêdetir stendine û got: “Em bawer in ku em ê bi rêjeyeke zêdeyê ji sedî 50, vê tûrê biqedînin.”
01:14
Tîryakî: Girtekên hilbijartinan nayên parvekirin
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilin (YSK) Mehmet Ruştu Tîryakî, li ser encam û ewlehiya hilbijartinan, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyeke din da çapemeniyê.
00:53
Li gor YSK’ê derengmayîn normal e!
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, têkildarê pêvajoya jimartina dengan, cardin daxuyanî da. Yener, wiha axivî: “Rêjeya sindoqên li nav welat hatine vekirin, ji sedî 89,97, rêjeya sindoqên li derveyê welêt hatine vekirin, ji sedî 30, 8 e. Tev tevî hev, heta bi niha ji sedî 87,13’ê sindoqan vebûne. Têkildarê mijara dengên derveyê welêt dereng tên jimartin, dixwazim biaxivim. Li gor daneyên sala 2018’an, sala 2023’yan hilbijêr zêde bûne. Sala 2018’an 8 partiyên siyasî ketin hilbijartinan; sala 2023’yan 24 partî. Mirov van bide ber çavên xwe, derengmayîn normal e.”
00:15
Tifaqa Ked û Azadiyê li gorî encamên destpêkê 66 wekîl bi dest xistin
Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî 66 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk 62 wekîl, TÎP’ê jî 4 wekîl bi dest xistin.
23:55
Tîryakî: Desthilat di hewila hêdîkirina pêvajoyê de ye
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinan a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku desthilat li cihên rêjeya dengên mixelefetê bilind e, ketiye hewila hêdîkirina pergalê û astengkirina barbûna daneyan.
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinan a HDP’ê Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî, li ser encam û ewlehiya hilbijartinan li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Tîryakî got ku kûmpas Ajansa Anadolûyê pûç bûye û bal bir ser wê yekê ku hêj ji sedî 30’ê dengan li pergalê nehatine barkirin.
‘LI SINDOQÊN ÎTIRAZ LÊ BÛYE BIBIN XWEDÎ’
Tîryakî anî ziman ku AKP-MHP di hewila hêdîkirina pêvajoyê de ye û wiha got: “Bi îtîrazê li cihên rêjeya dengên mixelefetê bilind e, dikevin hewila hêdîkirina pergalê û astengkirina barkirina daneyan. Lewma em ji hevalên xwe, partiyên mixelefetê, endamên desteya hilbijartinan û hevalên me yên di desteya hilbijartinê ya navçeyan de dixebitin, rica dikin. Çawa ku li sindoqan bûne xwedî, gava karê yekkirinê jî hevaltiyê bikin. Li sindoqên îtîraz li wan bûye, bibin xwedî. Gava jimartina dengan jî amade bin. Heger bivê, em ê heta sibehê ranezin.”
EV REQEM WÊ HÊJ GELEK BIGUHERIN
Tîryakî bi lêv kir ku AKP, hilbijartinê manîple dike û wiha bi axavtina xwe de çû: “Wek ku hilbijartin kar kiribe, pîrozbahiyan dike. Divê tu hevalê me bi vê bêzar nebe. Em ê bi hev ra bibînin ku encamên hilbijartinê ku eşkere kirine, ne rast in. Heta sibehê wê ev reqem gelek biguherin. Ew ê ne zêdeyê 300 parlamenteran kar bikin, ne jî wê di cara pêşîn de hilbijartinê de kar bikin. Ji bo pêşeroja xwe em ji xewa xwe bibin, li sindoqan bibin xwedî. Reqem hêj li pergalê nehatine barkirin. Eger em heta sibehê ranezin, li encaman bibin xwedî, em ê nehêlin manîpulasyon çêbibin.”
‘EM Ê ZÊDEYÊ JI SEDÎ 10’Ê DENGAN BIGIRIN’
Tîryakî da xuyakirin ku li gor encamên hilbijartinê tu parlamenter ji dest wan naçe û ev tişt diyar kirin: “Kêmasî di daneyên bajarên mezin de hene. Texmîna me ew e ku dengên me zêdeyê vê rêjeye ye. Li bajarên mezin em parlamenteran kêm nakin. Em ê zêdeyê ji sedê 10’ê dengan bistînin. Dengên li bajarên mezin li pergalê bar bibin, em ê bi hev re bibînin ku wisa ye.”
23:49
Kiliçdaroglû: Li dijî sindoqên ku dengê me tê de zêde ne li ser hev îtîrazan dikin û pergalê bloke dikin
Serokê Giştî yê CHP’ê û namzetên serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî hejmartina dengan daxuyanî da. Kiliçdaroglû wiha got: “Li dijî sindoqên ku dengê me tê de zêde ne li ser hev îtîrazan dikin û pergalê bloke dikin. Li Enqereyê 200, li Stenbolê jî li dijî 783 sindoqan îtîraz hatine kirin. Hinek sindoq hene ku 6 caran û ji bo hinekan jî 11 caran îtîraz hatine kirin. Em ê destûrê nedin ku ev kar di carekê de xelas bibe. Bihêlin ku deng bên û encam di zûtirin demê de diyar bibin. Ji îradeya gel netirsin. Banga min ji bo YSK’ê ew e ku li berpirsyartiya xwe rabe. Destûrê nedin ku deng bên mijûlkirin. Îradeya gel bloke nekin. Sindoqan û lijneyên hilbijartinê neterikînin.”
23:16
YSK’ê, daxuyaniyeke nû da: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 e
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, têkildarê dengdayînê daxuyaniyeke nû da. Yener, wiha got: “Heta niha ji sedî 71,64’ê sindoqên li welêt, ji sedî 18,76’ê sindoqên li derveyê welêt hatine vekirin. Rêjeya sindoqên vekirî, bi temamî, ji sedî 69,12 e. Barkirina daneyan li pergalê berdewam e. Tu derengmayîn nîn e.”
22:36
YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî hejmartina dengan daxuyaniyek da. Yener got ku di dayîna daneyan de heta niha tu pirsgirêk derneketine û van daneyan bi partiyên siyasî re parve dikin. Yener got ku heta niha ji dengên hundirê welat ji sedî 47.08 û ji yên derveyî welat jî ji sedî 12.60’ê hatine hejmartin.
22:13
Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsîn
Di jimartina dengên Hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê de bêusûlî tên kirin. Di sindoqa bi hejmar 1377’an de ku li Taxa Narlikûyû ya navçeya Karakopru ya Rihayê hatiye danîn, 72 dengên ku Partiya Çepên Kesk girtine, di girteka encama sindoqê de ji MHP’ê re hatine nivîsîn.
Partiya Çepên Kesk, îtîraz li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê kir.
21:59
Tîryakî: Erdogan wê di dawiyê de têk biçe
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nûnerê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Rûştû Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê li ser encamên hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tiryakî ku got, "Bila her kes aram be" dubare kir ku bila tu kes ji daxuyaniyên manîpulatîf ên Ajansa Anadolûyê bawer neke.
DENGÊ ERDOGAN DIKEVE
Tiryakî di civînê de got “Min berê jî gotibû, saet di 18:30 de dengê Erdogan wekî ji sedî 59,4 nîşan dan. Lê piştî sê saetan ev deng wekî 50,97 nîşan dan. Dengê Kiliçdaroglû jî saet di 18:30’a de li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê ji sedî 33, li gorî daneyên saet 21:30’an ji sedî 43,22 bû. Yanî di nava 3 saetan de rêjeya dengê birêz Kiliçdaroglû ji sedî 10 zêde bû.
Agahiyeke din jî ev e. Jixwe hûn hejmara parlamenteran dizanin, digotin wê Tifaqa Cûmhûrê 330 parlamenteran bistînin. Lê li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê ev rêje dora 313’an e, her ku diçe dengê Erdogan dikeve. Berê hejmara parlementerên me jî 0 nîşan didan, niha jî me wekî dora 60’î nîşan didin.
WÊ AJANSA ANADOLÛYÊ NEÇAR BIMÎNE KU HEJMARÊN RASTÎN EŞKERE BIKE
Çend saet şûnde em ê bibibînin ku wê Ajansa Anadolûyê hejmarên rastîn eşkere bike. Ez dixwazim hejmareke giştî bibêjim, ji dema destpêkê û heta niha dengê AKP’ê ji sedî 10 zêde, dengê MHP’ê jî ji sedî 5 zêde nîşan didin.
LI GORÎ ENCAMÊN TURA DESTPÊKÊ WÊ ERDOGAN TÊK BIÇE
Di nava vê pêvajoyê de têkildarî hejmaran pirsgirêkek heye? Heye. Di kanalên televîzyonê de gelek hat gotin, di medyaya dîjîtal de jî tê nîqaşkirin, pirsgirêkek wiha heye, AKP û MHP li sindoqên ku rêjeya dengê muxalefetê bilind e, îtîraz dike. Ji ber ku piraniya endamên desteyê ji wan in, dibin sedem ku sindoq car din werin hejmartin. Lewma niha di daneyên ku ku Ajansa Anadolû bi raya giştî parve kirî û hin kanalên TV’ê de, li gorî feydeya Erdogan ev qas bilind e. Lê ew nikarin van îtîrazên xwe heta dawiyê bidomînin. Bi îhtîmalek bilind hilbijartin wê ji tûra duyemîn re nemîne, li gorî encamên tûra destpêkê wê bê ragihandin ku wê Erdogan têk biçe û Kiliçdaroglû were hilbijartin.
EM Ê SIBEHÊ LI TIRKIYEYEKE DIN HIŞYAR BIBIN
Em ê tev bi hev re bibînin ku wê Tifaqa Cûmhûrê zêdeyî 300 parlamenteran dernexe. Moralê qismekê hevwelatiyên me ku li ber televîzyonê temaşeyî encamê dikin, em dizanin ku ne baş e. Telefonê me dikin, misêwa dipirsin. Cardin dibêjim: Bila her kes firîqet be, ez bawer im ku em ê sibehê li Tirkiyeyeke din hişyar bibin, em ê tev bi hev re bibînin ku encam ne wiha ne. Ajansa Anadolûyê jî, medyaya wan jî, xebatkarên çapemeniyê û kanalên televîzyonê yên ku alîgirên desthilatdariyê ne, wê neçar bimînin ku encama rast eşkere bikin.
BI ÎTÎRAZKIRINÊ ENCAMNAMEYAN DERENG DIXÎNIN
Em reqeman bi temamî nizanin, lê piraniya sindoqên îtîrazê lê dikin, li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ne. Nikarim reqeman bi we re parve bikim, ji ber ku di destên me daneyeke wiha nîn e. Lê em dizanin ku îtîraz li gelek sindoqan kirine, amadekirina encamnameyên sindoqan dereng dixînin.’’
21:41
Li Artûklûyê serokê sindoqê tevî dengan winda bû
Li dibîstana Seretayî ya Zinciriyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê, piştî ku jimartina dengên sindoqa bi hêjmara 1363 bi dawî bû, serokê sindoqê ji holê winda bû. Li gorî îddîayê, serokê sindoqê kîsê dengan hilgirt û bêyî ku zabitnameyê îmze bike çû tiwaletê. Piştre tu agahî ji serokê sindoqê Îsmaîl Genç ku venegeriya, nehat girtin. Partiyên siyasî ji bo dîtina dengên winda serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan.
21:40
Kiliçdaroglû: Sindoqan neterikînin, em îşev ranazên
Namzetê Serokkomariyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da. Kiliçdaroglû wiha got: “Muşahîtên sindoqan û wezîfedarên li desteyên hilbijartinê, bila cihên xwe neterikînin. Em ê îşev ranezên. Ez YSK’ê hişyar dikim, divê hûn daneyên hilbijartinê yên bajaran, li pergalê bar bikin.”
21:39
AKP li sindoqên ku tê de di paşiyê de ye îtîraz dike
AKP, di hemû sindoqan de ku namzedê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li pêş e, bi rêya endamên desteyên sindoqan îtîraz li encamê dike. Ji ber îtîrazkirinê, ji nû ve dest bi jimartina dengên bi hezaran sindoqan hat kirin. AKP, bi rêya Ajansa Anadolûyê encaman berovajî dike û Erdogan wek ku li pêş be dide nîşandan.
AKP li sindoqan heman daxwaznameya îtîrazê dide.
20:15
Kiliçdaroglû li Kurdistanê li pêş e
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet, Kemal Kiliçdaroglû li gorî sindoqên ji sedî 44,30 hatine vekirin, li Kurdistanê li pêş e.
Li Kurdistanê li gorî rêjeya ji sedî 44,30 a sindoqên hatine vekirin, namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû ferqeke mezin avêtiye namzetê Serokkomariyê yê AKP’î Tayyîp Erdogan.
Li gorî daneyên ANKA’yê ji sedî 44,30 sindoqên hatine vekirin, Kiliçdaroglû li Amedê ji sedî 72,07; li Êlihê sedî 68,07; li Şirnexê sedî 72,77; li Mêrdînê sedî 69,39; li Colemêrgê sedî 76,89; li Wanê sedî 60,66; li Sêrtê sedî 61,44; li Dêrsimê sedî 79,86; li Erdexanê sedî 58,39; li Qersê sedî 54,60; li Agiriyê sedî 64,05; li Îdirê sedî 59,12; li Mûşê sedî 67,74 û li Bedlîsê jî sedî 51,78 deng standiye.
20:13
Li Amedê li pêşiya Saziya Bilind a Hilbijartinê doreke dirêj heye
Li pêşiya avahiya Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a Amedê peywirdarên ku kîsên dengan anîn. Li pêşiya saziyê doreke dirêj heye. Li Amedê hê jî dengan neqediyaye.
Rayedarên Partiya Çepên Kesk bang li peywirdarên partiyê dikin ku bila ji cihê xwe veneqetin.
20:04
AKP’ê bi qestî îtîrazî encamên sindoqan dike
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku AKP li cihê ku dengekî zêde ji CHP’ê re derketiye, îtîrazî encamên sindoqan dike û ji ber vê encam bi derengî dikevin pergalê.
19:53
Li gundên Mêrdînê Partiya Çepên Kesk partiya yekem e
Li gundê Xerabebaba yê Mêrdînê Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû 181 deng standin û tenê du deng ji AKP’ê û Erdogan re derketin.
Li gundê zanyarê Kurd Apê Mûsa Sitîlîlê jî Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû 1000 deng û AKP û Erdogan jî tenê 78 deng wergirtin.
Li Dirbêsiyê jî ku yek ji navendên ku êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê tên koordînekirin û bi sedan leşker lê hene, Partiya Çepên Kesk 322 deng, AKP’ê jî 107 deng standin. Ji MHP’ê re 30, ji CHP’ê re jî 31 deng derketin. Ji namzetê serbixwe Vejdî Kahraman re jî 69 deng derketin.
Di hilbijartina serokkomariyê de jî Kemal Kiliçdaroglû 418 deng standin, Erdogan jî 154 deng standin.
19:48
Li Geverê Partiya Çepên Kesk li pêş e
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 44 sindoq hatine vekirin. Encamên sindoqan wisa ne:
Partiya Çepên Kesk: 7059
CHP: 583
AKP: 994
MHP: 151
Serbixwe: 326
19:45
Kaftancioglû: Kiliçdaroglû bi rêjeya ji sedî 51,42 li pêş e
Seroka CHP’ê ya bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglû got “Li gorî encamên zabitnameyên bi îmze ji sedî 40’î sindoq hatine vekirin. Li Stenbolê namzetê me Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e. Rêjeya Recep Tayyip Erdogan jî ji sedî 43,91 e, ya Sînan Ogan ji sedî 4,37 û ya Mûharrem Înce jî ji sedî 0,29 e.”
19:31
Eren ê HDP’yî: Ajansa Anadolûyê encaman manîpule dike
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan parêzer Serhat Eren diyar kir ku Ajansa Anadolûyê encamên hilbijartinê manîpule û got “Divê gel xwedî li sindoqan derkeve û vê gava wan pûç bike.”
19:21
Ji şandeya çavdêriyê ya Îspanyayê 2 kes hatin destgîrkirin
Şandeya çavdêriyê ya Îspanyayê ku ji 10 kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hate Sêrtê. Ji endamên şandeyê 2 kes hatin destgîrkirin. Lê belê di encama hevdîtina dadger û parêzeran de endamên şandeyê hatin berdan. Piştre jî endamên şandeyê ji Dihê ber bi Sêrtê ve ketin rê. Ji endamên şandeyê Endamê Meclisa Nûneran a Îspanyayê Jon Inarritu Garcia û Isabel Chacon di ketina bajar de hatin destgîrkirin. Garcîa û Chacon ên ku birin midûriyeta emniyetê û îfadeyên wan hatin girtin, niha li emniyetê tên ragirtin.
19:08
Li gundê Abdullah Ocalan deng ji Partiya Çepên Kesk re hat dayîn
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku 65 milyon mirovan deng dan û dengdayîn bi dawî bû. Li sindoqên hatin girtin hejmartina dengan berdewam dike. Encamên gelek sindoqên ku hejmartina dengan lê temam bû hatin aşkerekirin. Yek ji sindoqa ku hejmartina dengan lê bi dawî bûye jî Gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye ye. Di sindoqa bi hejmara 1065’an li Amarayê hate danîn 361 hilbijêr hene û ji van 258 kesan deng dan. Ji dengên hatin dayîn ên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 28’an 201 deng Partiya Çepên Kesk, 14 AKP’ê, 11 CHP’ê, 6 Îyî Partiyê û 11 jî partiyên din wergirtin û 15 deng jî hatin betalkirin.
Ji 258 dengên ji bo hilbijartina Serokkomariyê hatin dayîn jî 223 Kemal Kiliçdaroglû, 28 Tayîp Erdogan û yek jî Sînan Ogan wergirt. 6 deng jî hatin betalkirin.
19:06
Îmamoglû: Divê welatiyên me baweriya xwe bi Ajansa Anadolûyê re neynin
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş, li ser navê Namzedê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Tifaqa Millet daxuyanî dan. Îmamoglû wiha got: “Bûyera Ajansa Anadolûyê dîsa li rojevê ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neynin. Agahiyên wan ji bo me vala ye."
19:03
Kiliçdaroglû: Em li pêş in
Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi gotinekê got ‘Em li pêş in.”
19:02
Li Amedê serokê sindoqa hejmara 2068'an rahişt kîsê dengan û çû
Li Amedê serokê sindoqa hejmara 2068'an rahişt kîsê dengan û derket çû. Dema ku peywirdarên sindoqê û muşahîtan xwestin zabitname were nivîsandin jî wî ev daxwaz red kir. Serokê sindoqê ji peywirdarê Partiya Çepên Kesk û muşahîtan re got “Hûn nûnerên Qendîlê ne, ez ê tiştekî nedim we û mafê we tuneye ku hûn di nav tiştekî de bin.”
18:58
Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû li pêş e
Seroka CHP’ê ya bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglû got ku “Li Stenbolê li gorî daneyên saet 19.15’an ji sedî 15’ê sindoqan vebûey û Kemal Kiliçdaroglû bi rêjeya ji sedî 51,33 li pêş e.”
18:45
Tiryakî: Divê mirov bawerî bi manîpulasyonên têkildarî encamên hilbijartinê neyînin
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî got ku divê mirov bawerî bi manîpulasyonên têkildarî encamên hilbijartinê neyînin.
Tiryakî diyar kir ku daneyên ku Ajansa Anadolûyê ji saet 18.30’an ve eşkere kirî, bi lez daketine xwarê û got: “Eger tu daneyên ku AA’yê daye qebûl bikî, AKP li Colemêrgê 3 parlamenteran derdixîne.”
Tiryakî destnîşan kir ku li gorî daneyên di destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind de, rêjeya dengan a Kiliçdaroglû li ser sedî 47’ê ye, ya Erdogan jî sedî 46. Tiryakî diyar kir ku encamên heyî ne rast in.
Tiryakî anî ziman ku Ajansa Anadolûyê mîna buroya propagandayê ya AKP’ê dixebite.
18:44
Li Taxa Fîsê ya dîrokî: Çepên Kesk ji 184 dengan 175 deng stend
Li Taxa Fîsê ya Licê ku di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK’ê yekemîn kongreya xwe li wir li dar xistibû, Çepên Kesk ji 184 dengan 175 deng stend.
Di hilbijartina serokkomariyê de jî Kemal Kiliçdaroglû 175 û Tayyip Erdogan jî 5 deng stend.
Ji xeynî peywirdar û hin leşkerên li taxa Fîsê ji AKP’ê re deng derneket.
Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de jî HDP’ê 213 deng, CHP’ê jî dengek stendibû û dengek jî şewitîbû.
18:40
Berdevkê CHP’ê: Em tabloyê erênî dibînin
Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak, li Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyanî da.
Oztrak wiha got: “Em ji bo hewldan û keda mezin a li ser sindoqan, spas dikin. Ew ê encamên wê bi lez bigîhin ber destên me. Li gorî daneyên gihiştine ber destê me, em tabloyê erênî dibînin. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku temaşeyî daxuyaniyan bikin. Dema ku hejmara sindoqên hatine vekirin bilind bidin, em ê dest bi daxuyaniyên cuda bikin.”
18:01
Li Amedê hin encamên sindoqan
Li Amedê hin encamên ku gihiştine ber destê me, wiha ne:
Sindoqa bi hejmara 1092 a Koleja Bahçeşehîr a Kayapinar a Amedê;
244 Kemal Kiliçdaroglû
67 Recep Tayyîp Erdogan
6 ne derbasdar
Sindoqa bi hejmara 1397 a li Lîseya Enetoliyê ya Teknîkê Dîcle ya Yenîşehîr a Amedê
219 Kemal Kiliçdaroglû
56 Recep Tayyîp Erdogan
6 Sînan Ogan
Lîseya Enetoliyê ya Pîşeyî ya Koşûyolû ya Baglarê sindoqa bi hejmara 2160
211 Kemal Kiliçdaroglû
67 Recep Tayyîp Erdogan
Sindoqa bi hejmara 1397 a Lîseya Enetoliyê ya Teknîkê ya Pîşeyî ya Dîcleyê
219 Kemal Kiliçdaroglû
56 Recep Tayyîp Erdogan
6 Sînan Ogan
Sindoqa bi hejmara 1396 a Amedê ya Yenîşehîr a Lîseya Enetoliyê ya Teknîkê ya Pîşeyî ya Dîcleyê
204 Kemal Kiliçdaroglû
81 Recep Tayyîp Erdogan
2 Sînan Ogan
17:57
Li gundê Beşbûlak ê Geverê Partiya Çepên Kesk 182 deng stend
Li gundê Beşbûlak ê Geverê Partiya Çepên Kesk 182 deng, CHP’ê 5 deng stend. AKP’ê tu deng nestend.
17:51
Li Taxa Karaagaç a Îdirê Kiliçdaroglû 360, Erdogan jî 51 deng stend
17:47
Qedexeya weşanê rabû
Saziya Bilind a Hilbijartinê diyar kir ku piştî saet 18.30’an qedexeya weşanê ya ji bo hilbijartinê hatiye rakirin.
17:40
Li gundê Basan ê Geverê: 209 deng ji Kiliçdaroglû re, 6 deng ji Erdogan re
Li gundê Basan ê Geverê Kiliçdaroglû 209 deng, Erdogan jî 6 deng stend
16:51
Li gundê Kerkez ê Qerqeliyê 2 deng ji Erdogan re derketin
Li gundê Kerkez ê navçeya Qerqelî yê Wanê encamên hilbijartina Serokkomariyê diyar bûn.
Kemal Kiliçdaroglû 398 deng standin û Erdogan jî tenê 2 deng standin.
Dengdan qediya dest bi hejmartinê hate kirin
Dengdana ji bo hilbijartina giştî ya serdema 28’emîn a parlementeriyê û ya ji bo Serokkomariyê qediya. Ji bo 60 milyon û 687 hezar û 843 kesan, herî kêm 191 hezar sindoq hatin danîn û piştî saet 17.00’an dest bi hejmartina dengan hate kirin.
Pûsûlayên dengdan ên derveyî welat jî anîn Desteya Hilbijartinê ya Derveyî Welat a li Ato Congresîûm a Enqereyê.
Qedexeyên hilbijartinê duh saet di 18.00’an de dest pê kiribû û heke Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyaniyê nede wê heta saet 21.00’an bidome.